Mihemed Emîn Feyzî yek ji wan ronakbîr, nivîskar û kesayetîyên kurdan e ku piştî sazkirina Komara Tirkiyê, Stembolê terk nake, heta mirina xwe jî li wir dimîne. Em di pirtûka Seîd Veroj da dibînin ku gelek qeza û belayên mezin tên serê Mihemed Emîn Feyzî. Hemû jîyana wî bi êş û keder derbas dibe. Tiştên ku hatine serê wî wisa zêde ne ku ew êdî nikare wan rêz bike, vebêje û di dawîyê da wan dispêre Xwedayê mezin: ”Tenê Xwedê zane tiştê ku hundurê min şewitand û heland”. Mihemed Emîn Feyzî, pirtûk ...