Roger Lescot (1914-1975) Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932yan de piştî ku unîversîte qedand, hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike, ew şande Enstîtuya Fransî ya li Şamê. Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir. Tekstên folklorîk berhev kirin, di Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi kurdî û fransî nivîs nivîsandin. Di nav kurdên Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin, xelkê jê re digot Lezgîn Axa. Sala 1945an li Unîversîteya Sorbonneê Kursiyê ...