Di salên 1950-1953î de karkerên kurd li Germiyanê, Herêma Horînê, Şêxanê, Deşta Dizeyê û li herêmên cuda yên Iraqê jî cotkar û Iraqî li dijî axa û derebegên serdemê, rejimên paşayetiyê serî hildane. Bizava çîna karker û cotkarên kurd, di pexşanên wê serdemê yên kurdiya soraniyê de jî cî girtine. Yek ji wan peşxana jî berhema Lalo Kerîm a Cemal Nebez e. Zûrbûna Cemal Nebez, li ser sitem, zehmetî, nebûna yeksaniyê, pirsa çîna karker û rêncberan a li nava civaka kurdî ye û ji ser jiyana Lalo Kerîm ...