Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes
ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba
xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh kirine.
Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret, herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş.
Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên K ...