Di vê pirtûka (kitêba) Kurtejîyana Min da, pir tiştên dîrokî hene. Dewrê nexweş û tarî tê da hene. Ji ber ku piştî her tengahîyekfirehîyek heye, dewrê xweş û rohnayî jî hene. Ewela, dewrên nexweş ên ku di kurtejîyana min da derbas bûne, wekî yek ji wan Kurdên neteweyî, ezê bidime beyankirin. Yek, qetlîamên ku li ser kurdan çê bûne; wanê ku me bihîstine û yên ku me dîtine. Ji wanê me bihîstine; qetlîama şoreşa şehîd Şêx Seîd, qetlîama Agirî ye. Yên ku em gihîştinê; bombebarankirina Helepçê bi bom ...