Divê tiştên hatine jîyîn em bibîr bînin. Lewre jibîrkirin, ji bo bîranînan mirin e. Ka bifikirin... ew gelê ku ewqas derd kişandine, hatine surgun kirin, meşa xwe di nav mirinê de kirine... ne hêja ye ku bîranînên wan yên keserkür bên jîyandin....? Dengê we tê guhê min ku bersiva we erênî ye... bele wisa ye. Divê bihata nivîsandin ku neyê ji bîr kirin. Min jî wisa kir.
Di sala 1937ê dest pê dike surgun. Leşkerên Sofyêt, gundê Kurdên we derê dagir dikin û nîvê şevê dibêjin "bar kin h ...