Di nav ereban de cografya, serê pêşî zanisteke teknîkî bû, lê paşê wek adab (tarîx, cografya, felsefe) jî derket holê. Cografya edebî jî serê pêşî di salên 800î de wek beşeke dîrokê bi pênûsa merivên zana, têcir, hecî, şagirt û xwendevanên ku serpêhatiyên rêwingiya xwe nivîsîne, derketiye meydanê û piştre bûye weke zanyariyeke nû. Çend nav ji wan kesên pêşî û navdar ku berî salên 1000î bi nivîsîna cografyayê ve rabûne û kêm zêde di berhemên xwe de qala kurdan û navçeyên wan jî kirine ev in: Ibn ...