Hemû berhemên menzûm ên Kamiran Alî Bedirxan di kitêbekê de kom bûn. Berhema bi navê “Kulîlkên Ezêb” ji 9 beşan (kitêban) pêk tê. Di destpêkê de wergera bîranînên Bedirxan heye ku di sala 1953yan de ji Thomas Bois re behs kiribû. “Dilên kurên min”, “Kulîlkên ezêb” û “Çarînên Xeyam” berê wekî kitêb çap bûbûn.
“Strana kurdî”, “Stranwarî”, “Dûrik” û “Qewl û ayîn” helbestên menzûm ên gelêrî ne ku di kovarên “Hawar”, “Ronahî”, “Roja Nû” û “Stêr” hatine çapkirin. Yên “Roja Nû” jî berî niha wek 3 ...