Casimê Celîl pesindarê welatê Sovyetê û gelê xwe yî bextewar e. Ew çarenivîsa gelê xwe ji çarenivîsa gelên welatê xwe yî mezin î mayîn î biratîyê nade cudakirin, pêşdeçûyîn û gulvedana gelê xwe bi serkeftina sîyaseta partîya Lenînîyê yî miletîyê re dide girêdan. Kar û xebatên merivên welatê Sovyetê, biratîya gelan, alîkarî û piştgirîya wan bê kêmayî taybetîyên helbestvanîya wî ne. Di helbestên “Lenîn”, “Oktyabir ”, “Wetenê Min” û gelekêd mayîn de ew bi pêş de tê çawa dibêjê dostîya gelan, alîgir ...