Axêferê komîteya xelatê ev serpêhatî û xwendina wê qedand. Piştî bihîstina evê bûyerê hîsên tevlihev li min rabûn... gelekî tevlihev. Ez di cihê xwe de sar û germ bûm û xemgîn ketim... zêde xemgîn bûm û salona şeva xelatê jî bêdeng. Deng ji kesekî derneket, li çepikan jî nexistin. Axêferê komîteyê li jêra maseya pêş xwe xwar bû, qevdek gul bilind kir û got: – Gelî mêvanên ezîz!.. We guhdariya evê serpêhatiya Merwanê Îsê kir: wî ji nivîskar û kitêbên wan hez kiriye. Û bi vê tevgera wî, me jî ji ...