Kultura êzdiyatiyê kultureke devkî ye. Tekstên xwe yên pîroz jî bi devkî gotine. Kevneşopa êzdiyan dibêje ew xwedan Kitêbeke Pîroz bûne ku li mala êzdiyekî veşartî ye an winda bûye.
Ji 1880yan vir ve, kopiyên du deqên pîroz bi erebî belav bûn. Anastase-Marie ku yekem car Kitebên Pîroz ên êzdiyatiyê yên ‘resen’ çap kirine, di 1911an de nivîsandiye ku di ‘kitêbxane’ya Lalişê de qutiyek hesinî dîtiye, ku tê de orjînalên Kitêbên Pîroz ên êzdiyatiyê dihatin parastin. Wan wek kitêbên 33x22x7 cm, ...