Di nav kurdan de xebatên ferhengên menzûm li gorî civakên din hinekî dereng hatine kirin. Lê di edebiyat û zimanê kurdî de piştî berhema yekê hema hema di her sedsalê de ferhengek menzûm hatiye nivîsandin. Ya yekem ji aliyê Ehmedê Xanî (1651-1707) ve di sala 1687an de hatiye nivîsîn û ev xebat heta dema me hatine domandin di dîrokên cuda de. Yek ji van xebatan jî nusxeyek ferhenga Şêx Merûfê Nodeyî (1753-1837) ya bi navê Luxetnamey Ehmedî ye ku navê nusxeyê Kitab-u Ehmediye ye. Di vê xebatê de v ...