Evdal, vê dinyê dişibîne girtîxaneyekê û ji bo jê derkeve, ji bilî mirinê, li deriyekî din digere. Ji ber vê berê xwe dide peyvan, wan dikole, ji xwe re riyekê vedike û ji vir direve.“ka emê ji xwe re sîwanekê çêkin ji ewranû giraveka ji bextewariyêli zeryaya xeman”Evdal, ji xwe re demsala pêncan û roja heyştan ji peyvan çêdike. Ji helbestan artêşekê ava dike û li ber şahînşahiya zemên radibe. Carinan dibe dirûnvanê peyvan, kirasê maran li bejna gulekê diedilîne. Carinan dibe avahîsaz, ji kulekê ...