Ev pirtûk nêzîkî du hezar sal berê, ji hêla Beydeba
ve bi zimanê Hîndûyan yên kevin bi Sanskirîtî hatîye
nivîsîn. Bingeha çîrokên Kilîle û Dimne, li ser ehlaq
û edaletê hatine avakirin. Çîrok fabl in û bi zimanê
şîretê hatine nivîsîn. Berhem navê xwe, ji her du
lehengên pirtûkê “Kilîle û Dimne” digire, ev her du
serenav navên du çeqelan in. Kilîle feraset, rastî
û zanînê sembolîze dike, Dimne jî sembola çewtî,
kirêtî û derewê ye. Pirtûk bi awayekî ...