Wekî şênîyên Dersimê me berê di civînên xwe de, di şînên xwe de, di şayî û dawetên xwe de, di serdana nexweşên xwe de, di kar û barên xwe ên derve û di ayînên xwe ên dînî de her tim dûrik, zêmar, kilam û stran digotin. Min rojekê ferq kir ku ev rîtûelên ku min li jorê behs kir her ku diçe kêm dibin. Min wê çaxê biryar da ku berhevkarîya vê gencîneya bêhempa a herêma Dêrsimê bikim ku nevîyên me jî karibin mîna me kilaman bibêjin û bistrên û ev kilamên ku ji zaroktîya min mayî tu carî winda nebin. ...