Helbestên Casimê Celîl cara yekemîn hê di destpêka salên 30'î de li ser rûpelên rojnameya Kurdî a Rya Teze hatin weşandin. Paşê heta wefatkirina wî weşandina helbestên wî di wê rojnameyê û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Yekîtîya Sovêtê de bi giştî di ê bi Ermenî û Rûsî de bi wergera ser wan zimanan berdewam kir. Afirandinên Casimê Celîl wergerîyaye ser gelek zimanên gelên Yekîtîya Sovyetê û navê wî ji zû ve ji çarçoveya gel der belav bûne; him li welatê Sovyetê, him jî ji sînorên wê der. ...