Kitêba nû a Ismail Dindar Kewên Birçî ji nav weşanên Avesta derket. Kitêb ji 16 çîrokan pê tê.
Ji çîroka bi navê Kewên Birçî:
Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reşahî bû. Piştî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmart ...