Ewrê reş îro li ser vî bajarê şewitî bi mene digere. Li serê taxê xwe kom kiriye û dilê wî heye bibe av û bi ser hewe de birije. Hewce ye kela kevirên şewitî bişikê lé ji bo malbatên hewşê dem demeke xapînosk e. Ev hewşa ji kevirên iewitî hatiye avakirin di nav bajarê kevn de pir nas û navdar e. Kes nizane çi demê hatiye avakirin. Li dora hewe xaniyên duqat ên biçûk li tenişta hev rêz bûne. Hewş û xaniyên wê seranser bi kevirên reş hatine avakirin. Sofiyê nêzî sed salî gava ku hatiye bajêr nizan ...