Tev ji hal ketibûn Yên birîndar perîşan bûn kef bi ser devê wan ketimbû û diperipitîn. Mirî û birîndarên xwe rakirin û ber bi kolonîyê ve meşîyan.
Gelek bedel dabûn, lê qehremanîyek mezin dabûn nîşandan û di dîroka mişkan de rûpelek nû vekiribûn. Xof û tirsa xwe kuştibûn. Qehremaniya ku li hember jîjû û mar dabûn nîşandan, wê dîrak wan bi tîpên zêrîn nexişandiba. Ji mişkên çolan heya miştên çolikan wê temamê miletê mişk wezayîya xwe bi wan aniban.
Agahî berî wan gîşîştibû k ...