“Barê dinyayê giran e. Ewqas çiya û mirov. Her zebeşekî Amedê herî kêm deh kîlo ye. Du firingiyên Licê kîloyek e. Ev dinya dê çawa zû bigere. Her tişt her roj mezin dibe. Barê dinyayê heta evarê deh hezar caran girantir dibe. Dinya di rê de nemîne jî baş e. Kîjan kêmaqil dikare bibêje îro dê biqede û bibe sibe? Hatina roja îniyê ne eseh e ku –jixwe roja xêran e‒ hatina roja duşemê eseh be. Teewww! Belkî, yekî di tariya fezayê de singekî tûj di dinyayê de cit kiribe! Eger dinya di cihê xwe de bim ...