Hemû welatîyên Dewletacîhanê di bin erdê de dijîn û ji bo dewletê dixebitin. Nirxê herî mezin, dewlet e; hemû mirov û hemû tişt ji bo dewletê ne. Daxwaza jîyaneke xwezayî û fikrên muxalîf, xayîntî ye.
Ji bo eşkerekirina sûcê fikrê, kîmyager Leo Kall maddeyekî bi navê kallocain diafirîne. Kesê ku kallocain lê dikeve, hemû tiştên xwe yên veşartî, xewn û xeyalên xwe eşkere dike. Bi vî awayî gelek "sîxur û xayîn" tên eşkerekirin, lê fikir û hestên xwezayî, yên ku qet ji holê nayên rakirin ...