Dengbêj Şakirê Kopê li gundê Şîrvanşêxê di 20‟ê cotmeha 1960‟an de ji dayik bûye. Navî wî di nasnameyê de Şakir Eçün e. Evînîya wî ya li ser dengbêjîyê di 10-15 salîya wî de destpê kirîye. Em dikarin bi rihetî bibêjin wî di zaroktîya xwe de dest bi dengbêjîyê kirîye.
Dengbêj Şakirê Kopê hê di dema ku xwendekarê dibistana seretayî bûye di forma dengbêjîyê de stran gotîye. Ew, rewşa dema xwendekarîya seratayîyê wiha îfade dike: “Mamosteyên me bi gelemperî ji herêma me bûn. Hin jê hêrs dibûn, ...