Ji Şêrzad Hesen, klameke dûdirêj a hezar û şevekê li ser bedewiya jinê... Jixwe ji hemûyan nexweştir li cem min çîroka xeniqî û negotî ya wan jinên xinanî bû ku qesabê kalemêr rojekê ji rojan jivan bi wan re danîbû, ew jinên tenê, bêdost û şermîn ku heya dimirin nikarin raz û niyaza dilê xwe li cem tu kesî eşkere bikin, ewên ku bi dizî li vê jiyanê dijîn; keç û jinên bi destê çîrokên heram û mirinê ve girêdayî yên ku çîrokên xwe yên bêmiraz bi xwe re dibin gorê ji ber ku qet û qet kesek tune wek ...