Keya Îzol yek ji damezrênerên Federasyona Kurd li Swêdê ye. Di navbera salên 1981 û 2020an de, di serdemên cuda de 16 salan serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye. Di nav wan salan de wek serokê Federasyonê di gelek bûyerên dîrokî yên wek kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme, Komkujiya Helebçe, kuştina du keçên kurd Pela û Fadîme ji ber sedemên namûsê, kuştina Wezîra Derve ya Swêdê Anna Lindh û gelek bûyerên din de roleke aktîf dilîze. Di gelek malperên kurdî de makaleyên wî ...