Ji demên berê hetanî îro însanan nebatên sirûştê hem xwarine pê xwedî bûne, hem jî ji bo tenduristiya xwe jê îstîfade kirine. Di nav kurdan de di heqê gîha, kulîlk, pincar û zerzewatan de agahiyên nivîskî tunene. Xalidê Hekkarî, kesê yekemîn e ku di vî warî de xebateke wisa bi fêde amade kiriye.
Belkî li bakurê Kurdistanê cara yekem be pirtûkek bi Kurmancî, bi zimanekî sivik û zelal, bi zimanekî rêk û pêk û li ser gîha, pincar, nebat, zerzewat û fêkîyan tê derxistin. Di pirtûkê de fay ...