Kesên ku bi kurmancî dixwînin û dinivîsin, ji pirbûna pirsgirêkên kurmancîya nivîskî agahdar in. Nebûna zimanekî standard û kêmasî û tevlihevîya qayîdeyên rastnîvîsînê, dibin sebeb ku nivîskar di dema nivîsandinê de gelek zehmetîyan bikişînin. Armanca bingehîn ya vê ferhengê, pêşkêşkirina hemû varyantên tesbîtkirî yên bêjeyên pirvaryant yên kurmancîyê û dîyarkirina varyanta sereke ye ji bo zimanê nivîskî. Loma bêjeyên yekvaryant di vê ferhengê de nehatine nivîsîn. Ji ber ku ev ferheng ji bo her ...