Beriya înê, bi duayan, li ser sucadê
(Jan, ez û mirin.)
(Bi qamet!)
De rabe;
li dor sucadeyê rûyê xwe veguherîne,
ber bi çar parçeyên xakê ve.
Li şert û mercên îmanê bigere,
li dor dilê xwe yê ku bûye Hacer-ul Eswed,
çar kevirên reş,
di bêrîka xwe de tim bigerîne heya Şeytan hate qametê.