“Dema min ev name vekir û rêzên ewilî xwandin, pêşyê dilê min, paşê destên min recifîn. Ji serî heya piyan janekê ez girtim. Qirika min tijî bû, kelegirî bûm. Dawîyê jî giriyam. Ji çavên min hêsrên xembar bariyan. Ketime nava xem û şîna te.
Wê gavê tu li ber çavên min bûyî. Min li lawê xwe dinihêrî. Min tu hembêz dikirî, çavê te maçî dikir. Tu zarok bûyî li ber dilê min. Xeyalî jî be, min destê delalê xwe digirt û li sûka Nisêbînê digerand. Diya te jî bi me re bû. Em bi hev re diçûne ...