Yek ji girîngtirîn metnên helbesta cîhanê "Illuminations"a Arthur Rimbaud êdî bi kurdî ye: "Birqên Direxşan." Di kitêbê de ku Ergîn Sertem wergerandiye û amade kiriye orijînalê helbestan, frensiya wan jî heye.
Illuminations an Birqên Direxşan, ku ji 41 helbestên pexşan û duyên menzûm pêk tê, bê şik lûtkeya helbest û hunerkariya Rimbaud ye û yek ji girîngtirîn metnên dîroka helbesta cîhanê ye. Her yek ji van "birq"an, bi gotina Rimbaud, "xewneke tîr û çapik e" û bi hev re wek kaleidoskopeke ...