Helbet li ser Herba Cîhanê ya Duyemîn pir çavkanî hene, lê ferq û girîngiya vê pirtûkê ev e ku bi dîtin û têgihîştina Rojhilatiyekî, û ferqa herî girîng bi pênûsa kurdekî hatiye nivîsîn; û li aliyê din ev pênûs ji ber ku ji ava wêjeyê vedixwar, zimanê nivîsan li gel naveroka xwe pir nerm û henûn e. Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, van nivîsên li ser herbê ji Şamê dinivîse, yanî mirovekî ne ji derveyî herbê, rasterast ji zikê herbê daqûlî dinyê dibe û li gel sînorê herbê yê fireh wî ew gav bi gav şopan ...