“Heftê Salên Usivê Qurzî” kitêbeke bîranînan e. Munzur Çemî jîyana Usivê Qurzî ji devê wî bi kirmanckîya (zazakîya) wî nivîsîye. Ev kitêb cara pêşîn di 1992an de li Stockholmê weșîyaye û di babeta xwe de xebateka herî pêşîn e. Kitêb li gor kronolojîya jîyana Usivî hatîye nivîsîn û duwazdeh qisim e. Di qismê yekem de behsa qewm û mirovên Usivî, gundên nêzîk û eșîrên wê mintiqeyê dike. Li vir, li ser pevçûn û nakokîyên gundî û eșîrên Dêrsimî yên salên 1920-30î gelek melumat hene. Qismê duyem yê kî ...