Romana Erebê Şemo ya bi navê “Hopo”, ku li jêr bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyetê, behsa guherîn û veguherîna pergala Kurdan a aborî, civakî û sîyasî dike. Di vê rêya lêgerîna Kurdan bo peydakirina romanê de nimûneyek e ku divê bi kêmasî û zêdeyîyên xwe were naskirin û xwendin, bi her halê xwe ve ji me re bibe pal û pişt.
Di romana “Hopo”yê de, nivîskarê me yê gewre Erebê Şemo balê dikişîne ser jîyana Kurdan a di bin sîwana hikimdarîya Sovyetê de, nemaze jîyana di nava kolxozan de ...