Ji bo amadekirina vê behsê min hewla du tiştan daye: Yek jê ez gelek li wan babet û lêkolînên ku bi zimanên cihê û di demên cihê de li ser Hikûmeta Kurdistanê hatine nivîsandin geriyam. Ya duduyan jî, min di vê behsê de pişta xwe gelek bi belgeyên Hikûmeta Kurdistanê û di dereceya yekê de bi rojname û weşanên wî wextî girêdaye. Min hewil daye ez xwendevanan bibim nav bûyerên wî wextî ku bi xwe bijîn. Ji ber vê gelek car min hinek nutqên Pêşewa û berpirsên din ên Hikûmeta Kurdistanê, gotar û şiro ...