Çapkirina Berhemên Giştî ên Celadet Alî Bedirxan dom dike. Celadt Beg din av Koleksiyona Dest de bi şanoyek cihê xwe digre: Hevind. “Lehî wek hûtekî har û hêç radibe ser xwe, ji pal û kaş û newalan dadixure. Li ber wê tu kes, tu tişt; bican, bêcan nema dikare bisekine. Lat, zinar, kevir, rêl, dar, direh serên xwe li ber xurtiya tifaqa dilopan ditewînin û lehî, ew şahinşehê yekbûnê ewan mîna çilowên sivik dide pêşiya xwe, reş dike, dimale. Halê kurdan jî ev e. Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, ...