Berhemên Ahmedê Hepo ne tenê ji aliyê zimên ve belgeyinên wêjeyî ne; her wiha ew serpêhatiyên wî jî bi qasî zimanê wî orjînal in. Her kurdekî ku bi mebesteke kurdewariyê çûye Azerbaycanê teqez riya wî bi mala Apê Ahmed ketiye; bi alîkariya wî gihiştiye mirazê xwe. Ahmedê Hepo him damezrînerê wêjeya kurdî ya kurdên Azerbaycanê him jî bi xebatên xwe alîkariya pêşveçûna wêjeya kurdên Ermenistanê kiriye. .... Ev “Berhevoka Serhatiyan” a Ahmedê Hepo li ser du beşan hatiye levakirin: Beşa yekem ku par ...