William Shakespeare. (1564-1616) Helbestkar, şanonûs, şanoger û lîstikvanê mezin ê Îngilîz. Dibe bê gotin, ku afirandina zimanekî ne xercê mirovekî tektenê ye, lê di peydabûn, zexmbûn û bifirêketina zimanê Îngilîzî de, ku îro ro zimanê hemû cîhanê ye, rola William Shakespeareê şikûdar ê serdema Elizabethê, para wî ya ku tu kes nikare mandel bike, bestbelî ye. Ji ber hukmê Shakespeare ê li ser bîra hemû mirovahiyê, ji ber lîstikên wî yên ku hejmara wan di ser 30'yî re ye, ji ber pêlewanên lîstikê ...