Emînê Evdal di dema xwe a kêmderfet û kêmtêkilî de bi berfireyî jîyan û kar û têkilîya Kurdan a dema xwe û a berî dema xwe pêşberî me dike. Ev berhema li ber destê we ji sê beşên sereke û beşa tekstan pêk hatiye. Nivîskar di beşa yekê de li ser jîyana kar a Kurdên dema xwe nivîsîye. Xwedîkirina heywanan, amadekirina pêdivîyan, karê cotkarî û çandinîyê û biparvekirina van karan bi hûrgilî di vê beşê de hatine nivîsîn. Beşa duduyan li ser sazbûna malbatê, endamên malbatê û têkilîyên ber û êlên Kur ...