Helbest, qêrîna dil û evînê, bilêvkirina êş û janê ye. Xeml û rewşa ziman e, ziman bingeha neteweyan e, wêje jî neynik, teşe, hiş û bîra wê neteweyê ye.
Her netewe bi ziman, çand û wêjeya xwe tê nasîn.
Em dikarin bibêjin di wêjeyê de beşa girîng û ya ku bandorê li ser hiş, raman û hestên civakê dike yek jê jî helbest e. Helbest ziman xweşiktir û dewlemendtir dike. Berî ku mirov nivîsê bibînin peyv dîtine û helbest bi peyvê re çêbûye. Yekemîn carê bi helbestê dest bi nivîsê hatiye kir ...