Nivîskar bi helbesta xwe, sekna xwe li hemberî şaşî û kêmasiyên civakî dide nîşan; bi taybetî jî li hemberî kiryarên şaş yên pêşeng û sazîyên kurdan. Ew bi helbesta xwe bûye nûnerê kesên bi helwest ên hemberî wan şaşiyan.
Mirov di helbestên Omer Peyanis de, temayeke gelek xurt ya girêdana nirxên hevaltî û kurdbûnê ve dibîne. Bi helbesta xwe pîroziya hevaltiya rasteqîn û girêdana nirxên pîroz yên gelê kurd datîne holê.
Yek ji girîngiya helbesta nivîskar dewlemendiyên peyv û temayên ku ...