“Grewî Bextî Helale” guherînên civaka kurd di çend deh-salên derbasbûyî de vedibêje. Di vê romanê de evîn, siyaset û nasname tev li nav serpêhatiyên mirovên kurd di çend nifş û cihan de tên kirin. Hevrikiya kevneşopî û nûxwaziyê di temamiya romanê de cih digire. Nivîskar vê rastiyê di pêkhateya vegotineke bedew de ji xwendevanên dilbijokên romana kurdî re dike diyarî. Bandora xebata çiyê li ser tevger û hişmendiya mirovê kurd beşekî sereke yê vegêranê pêk tîne. Mijara xerîbî û diyasporayê jî bab ...