Ev berhema li ber destê we ya Eqîdeya Îmanê ya Şêx Qutbedînê Korikî ye ku navê wî yê eslî Hediyyetu’l-Îxwan fî ‘Eqîdeti’l-Îman e. Eqîdenameya Şêx Qutbedînê Korikî di edebiyata kurdî ya klasîk de mînakeke cureyê eqîdenameya menzûm e. Korikî bi vê berhemê xwestiye ku wekî eqîdenûsê kurdî yê ewil Ehmedê Xanî, bi kurmancî zarokên gelê xwe fêrî dînê Îslamê bike. Herçiqas armanca Korikî ya sereke fêrkirina zarokan bûye lê wî bala mezinan jî kêşaye da ku di riknên dînê xwe de sistî nekîn û bi wan emel ...