Bavê Nazê, di Xewna Bi Hêvî de, demûçaxa qirkirina Ermenan wekî dema esasî dike romana xwe. Û di vê demê de, qilopilo û fenekiyên dewleta Osmanî ku dixwaze hemû Kurdan, bi taybetî yên li herêma Cizîra Botan di vê qirkirinê de çalak bike, ji hêlekê ve dixe mijara romana xwe. Ji hêla din ve jî, hin axa, beg, serokeşîr û mîrên ku hişyar in di warê fenekîyên Osmanîyan de û naxwazin bibin leşkerê ‘Siwarên Hemidîyê' û ‘Kirîv' ên xwe bikujin. Û li hember vê xweragirîya mîr û serokeşîrên Kurdan, hewldan ...