Bere we li bergeheke heta tu bibeji fireh diniheri u xwezayeke xam ku zede bi ber xezeba mirovan neketibu li peşber direj dibu. Mina çeme ku pe re diheriki bi si u stara xerabiye neketibu. Le digel ve yeke ji Handaye hemu dema xwe ya ku dikaribu li we xwezaya xweşik temaşe bikira ji bi pirani bi xewe diborand. Ji sibehe heta berevari li ser texte razana direjkiri u razayi dima. Xeyalen we ji gelek caran tevli çeme ku benavber diheriki, ber bi serdemen ditir ve diçun. Bi tariya evare re jiyan u r ...