Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan ku li Parîsê, li Enstituya Ziman û Şaristanîya Rojhelatê (INALCO) wekî mamoste dixebite di warê ziman û edebîyata kurdî de xwedîyê tecrûbe û berheman e. Guman1 sala 2013 ji nava Weşanxaneya Lîsê derketibû û zêdetir li ser mijarên ziman û kêşeyên zimanî sekinîbû. Piştî wê, sala 2014ê weşanxaneya me Guman 2 çap kir û bi vî rengî yek ji xebatên giranbiha ji bo wêjeya kurdî, rexneya edebî û bi taybet jî romana kurdî derket meydanê. Seydo, di beşa ewil a vê berhemê de b ...