Piştî bîstekê deriyê menzelê vebû; hûriyek bi hemû ciwanî û cemaliya xwe ve kete hundir. “Bejna wê wekî şitla rihanê Birûyên wê wekî heyv û kevanê Çavên wê reştir ji kila suphanê Şewq û şemala wê dibiriqî wekî heyva çardeşevî li esmanî Ê bidîta dibû dîn û dîwane Derdiket ji dîn û îmanê.” Navê keça Paşa, Xunava Delal bû. Dema ku çavên Zinar bi Xunavê ket, çavên wî zîq bûn û devê wî beş bû.