Şevê dev û delingên xwe hildabûn û bi xemla dengê çivîkên ji rojek nû re çavên xwe vekiribûn, pelên dara bîhê ya li hewşê diweşiyan. Dayika guliyên wê hinekirî, çavên xwe yên qerimî bi destên xwe yên hinekirî firkandibû û bi heybetek mezin dîsa berî ku roj hilê li ser piya bû. Dayika guliyên wê hinekirî, dîsa di destpêkê de kitana xwe ya spî û simala xwe ya bi çavên kilkirî dihat parastin, da serê xwe û berê xwe da şibakê. Ji cama şibakê ya ku bûbû şahidê kulên di qermîçekên rûyê wê de asê mabûn ...