Her kalek an pîreke me ku çavê xwe ji vê “dinya gewrik” digire û ji nav me bar dike, hinek ji vê mîratê bi xwe re dibe. Ji vî aliyî ve kedkarê vê pirtûkê mamosta Mihyedînê Mihemedê Remo, nimûneyeke pir baş nîşanî me daye ku ev xebata wî ji wan gotin û bêjeyên winda dagirtî ye û ji bo ziman û çanda Kurdî û bi taybetî jî ji bo zaravayê Kurmancî û devoka Torê, dê bibe çavkanî. Mihyedînê Mihemedê Remo li ser vegotin û devoka Torê pir bi hûrgilî rawestiyaye û heta jê hatî jî zimanekî herikbar bi kar ...