Gorî û Bindest
Dibêjim... Dibêjim, " ez helbesta xwe, ew fermanan dinûsin." Dibêjim, "ew teyrên goştxwir in li ser hêlîna heyînê dilûsin" Dibêjim, "çavên van ji reşahiya bindestiyê diçurisin." Dibêjim, "tu na carekê, sê carî bindest î, bira: Carekê bindestê serdestên xwe. Carekê bindestê bindestên xwe Carekê jî... bindestê serbindestên xwe"
Ez jî dipêm pê re. Û ew bêdeng dimîne. Tê derdixim ku "çemek rûyê beqê şil nake" Ji nişka ve dibêjim, "weyyyyy tifûûûû li çîroka bindestiya te be"