Mîşel Temo di vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kiriye, ango wî saz û bendên çîrokan bi cih aniye. Ya rast di nêrîna min de, wî navdarî tu kêmanî nekiriye, lê belê zêde kiriye, gava ev çende çîrokên xwe bi hunereke afirandêr û bi raz û zêwek giranbuha rêz kiriye û bi hunereke çak van kesên bêkes di ristina çîrokên xwe de ava kiriye, mîna xirnikan û kûpan û dem û dîwar, sînor û zimanan. Di beşên dawî de ji pirtûka xwe navdar de, jixwe ev zêdebûnek e di kurteçîroka Kurdî de. Û weke ...