Îngilistana sedsala 18. Xaneke bi navê Xana Amîral Benbow a li ser piyê perava başûrê Îngilistanê. Jim Hawkinsê xortik ê kurê xwediyên vê xana ku dihêle ev malbat encax bikaribe bidebire. Heyameke ku li cîhanê, li ser deryayên dûredest, keştî û qewteyên keleş, korsan û rêbirran didine çirvîtkan, rojekê riya kevnekorsanekî bi navê Billy Bones bi vê xanê dikeve. Billy Bones ne yekî xalî ye, bi hatina ku tê xanê, qedera Jim Hawkins û malbata wî û birrek kesan diguherîne. Bones, li gel ku dibe sedem ...